Çalakvanek kirêkar bi sedema nexweşiya dijwar bo nexweşxaneyê hate şandin

20:51 - 3 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Çalakvanekî kirêkar ku li bajarê Sine hatibû destbiserkirin, û bo girtîgeha nawendî a wî bajarî hatibû veguhastin, bi sedema nexweşiya dijwar bo nexweşxaneya “Tohîd” hate şandin.

Li gor nûçegehaniya Ajansa Kurdpa, 12.10.1394’an çalakvanê Kurd bi navê “Feramerz Moradîniya” bi sedema nexweşiya dijwar bo nexweşxaneya “Tohîd” a bajarê Sine hate şandin, û piştî vê ku zanîn nexweşiya wî dijwar e û pêdivî bi emelkirinê heye, lê girûpa pizişkî ya girtîgehê îzna navbirî bo nexweşxaneyê nedan.

Çavkaniyeke haydar di vî warî de ragehand ku rewşa navbirî pir xirab e, û Ferzad di girtîgehê de tûşî nexweşiyê û çilkkirinê (îfonetê) bûye, û bi sedema kêmxemiyê û guhnedana berpirsan, nexweşiya navbirî dijwar bûye, û niha di rewşek dijwar de dijî.

Di 16.09.1394’an de Hêzên rejîmê êrîş kirin ser mala Ferzad, û piştî vekolînê dest bi ser amrazên taybetî ên wî de girtin, û navbirî jî destbiser kirin.

Roja 02.04.1394 jî ji aliyê dadgeha Şoreşê ve, hukmê du sal girtinê bo wî çalakê kirêkarî hate dan, û piştre ji aliyê liqa 4 ya dadgeha pêdeçûnê ve hukmê navbirî bûye sê sal.

Navbirî bi Teblîxat li dij rejîmê, û endambûna li yek ji partên Kurdî de, hatiye tometbarkirin.