Çalakvanê Mafê Mirovan yê Kurd bi 74 derbên qamçiyê hate cezadan

16:31 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2018
Ajansa Kurdpa: Taya 1 ya Dadgeha Giştî ya bajarê Seqizê, bi 74 derbê qamçî û dana perê next, çalakvanê Mafê Mirovan yê Kurd yê xelkê bajarê Seqizê û herwisa alîkarê Ajansa nûçegihaniya “Mukriyanê” ceza da.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, “Bextiyar Xweşnaw” Çalakvanê Mafê Mirovan û nûçegihanê Ajansa Nûçegihaniya Mukriyanê”, di taya 1 a Dadgeha Giştî ya bajarê Seqizê bi 74 derbên qamçî a te`zîrî û dana 1 milyon û 800 hezar Tûmen pere hate cezadan.

Ev çalakvanê Kurd di dadgehê de bi “têkdana rewşa giştî ji riya beşdarîkikrin di meşên ku ji bo piştevanîkirin ji piroseya serbixweiya Herêma Kurdistanê û şandina (wêne û nûçeyên di vê derheqê de) ji bo medyayan, hatibû tometbarkirin.

Hêjayê basê ye ku, “Bextiyar Xweşnaw” ji ber nebûna parêzer di civîna dadgehê de, û herwisa destpêranegihîştina wî ji parêzer re nerazîbûna xwe nîşan daye.

Civîna mehkemekirina wî çalakvanê Mafê Mirovan yê Kurd, roja Çarşemî, 23`ê Cozerdana sala derbazbûyî di taya 101 ya dadgeha giştî ya bajarê Seqizê bi rê ve çûbû.

“Bextiyar Xweşnaw” roja 4`ê meha Rezbera sala 1396`an, ji cihê karê xwe de ji aliyê hêzên îstixbarata hikûmeta Îranê yên li bajarê Seqizê hatibû binçavkirin, û ji bo cihekê nediyar veguhastibûn, û mehekê piştî binçavkirinê, navbirî roja Çarşemî 3`ê Xezelwer a sala 1396`an bi danîna baramteya bi qasî 137 milyon Tûmenî ji girtîgeha bajarê Seqizê hatibû azadkirin.

Pûşpera sala 1396`an, ev nûçegihanê nûçegihaniya Mukriyanê bi tometa “tebilîx li dijî hikûmetê, ji riya gotûbêjkirina digel medyayên derveyî welat ji aliyê dadgeha Şoreş ya bajarê Seqizê hatibû cezadan.