Çalakvanê kedkariyê yê Kurd bo girtîgeha bajarê Seqizê hate veguhastin

20:48 - 28 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Çalakvanê kedkariyê yê Kurd yê xelkê bajarê Seqizê, bo derbazkirina heyama hepsa bi ser de hatî sepandin, ev bo girtîgeha navendî ya wî bajarî veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 6`ê Sermawezê, “Êzet Nesrî”, çalakvanê kedkariyê yê Kurd, bo derbazkirina cezayê hepsê, û li gorî destûra dadgeha wî bajarî, navbirî xwe bo navenda dadweriyê da naskirin, û ev bo girtîgeha navendî ya wî bajarî veguhastin.

Ev çalakvanê kedkariyê yê Kurd, rêkefta 2`ê Befranbara sala 1396`an, ji aliyê hêzên kênic şexsî ve, hatibû desteserkirin, û piştre li rêkefta 25`ê befranbara wê salê, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş ya bajarê Seqizê, bi tometa “tebilîx lidijî nizamê” hatibû mehkûmkirin, û her bi vê sebebê jî, sê meh cezayê hepsa te`zîrî bo birîne.
Êzet Nesrî, di 26`ê Befranbara sala borî de, bi danîna barmteyê bi awayê demkî hatibû azad kirin.