Çalakvanê Jîngehparêz Yê Kurdistanê Bi Danîna Rehînê Hat Azadkirin

16:02 - 13 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Piştî derbazbûna 4 mehan bi ser girtina çalakvanê jîngehparêz yê Kurd, Şerîf Bacwer, di girtîgeha Îtilaata Merîwanê, navbirî bi danîna rehîna 20 milyon tûmenî li zîndanê hat azadkirin.

Li gor nûçeya gihiştî bi Ajansa Kurdpa, Şerîf bacwer çalakê jîngehparêz û endamê lîjneya rêveberiya Civata Kesk ya Çiyayê Merîwanê, nêzîk bi 4 mehan beriya niha ji aliyê Îdareya Îtilaata vî bajarî ve hate destbiserkirin, navbirî bi danîna 2o milyon tûmen weke rehîn bi awayek demkî hatiye azadkirin heta dema pêdeçûnkirin bi ser doza wî digîje.

Heta niha tu nûçeyek derbarê tawanên navbirî ji aliyê dezgeha ewlekarî û dadwerî ya Merîwanê nehatiye belavkirin.

Ji aliyek din ve Rehîm Bacwer, birê Şerîf Bacwer û endamê Civata Kesk ya Çiyayê Merîwanê, heyamê mehekê ye ku ji aliyê Îdareya Îtilaata Merîrwanê hatiye destbiserkirin, lê heta niha tu zaniyariyek derbarê rewşa wî ne diyar e.