Çalakvana medenî ya bajarê Îlamê Sumeye karger digel çar kesên din bi 38 sal girtîgehê hatine cezakirin

18:01 - 4 Tebax 2021

Çalakvana medenî ya xelkê bajarê Îlamê“Sumeye Karger”, digel çar kesên din ên bi navên “Nahîd Teqwayî”, “Behare Silêymanî”, “Nazenîn Mihemednijad” û “Mêhran Reûf”, ji aliyê taya 26 a dadgeha şoreş a bajarê Taranê bi serokayetiya dadver “Îman Efşarî”, gelemper bi 38 sal girtîgeha te`izîrî hatine cezakirin. 

Nûçegihaniya “Hêrana” di wê derheqê de belavkiriye ku ew 5 kese bi “beşdarî li birêvebirina girûpên neyasayî û çalakiyên piropagende li dijî nizamê”, hatine tawanbar kirin û “Nahîd Teqwayî” û “Mêhran Reûf”, bi 10 sal û 8 meh girtîgeha te`izîrî, “Someye Karger” û “Behare Silêmanî” bi 6 sal û 8 meh girtîgeha te`izîrî, “Nazenîn Mihemednijad” bi 3 sal û 4 meh girtîgeha te`izîrî, hatine cezakirin.

Welatiya xelkê bajarê Îlamêye “Sumeye Karger” ku  derçûya beşa Felsefe li zankoya bajarê Tewrizê ye, li rêkevta 25`ê Gelawêja sala 1399an, ji aliyê Îtla`ata Spaha Pasdaran ve li mala wê de li bajarê Tehranê hatibû binçavkirin û bo benda 2 ya “Elif” a girtîgeha Êvînê hatibû veguhastin û piştî 4 mehan bi girtîgeha “Qerçek a Weramînê hatibû veguhastin.

Ew çalakvanê medenî roja çarşemî 8`ê Banemerê, piştî derbasbûna nizî 6 mehan li benda 2 a Elif a girtîgeha “Evîn” û girtîgeha “Qereçek” bi danîna barimteya 500 milyon tomenî hatibû azadkirin.