Çalakiyên jîngehparêzî li Pîranşarê

17:00 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya parastina xweza û ekolojî li rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên girûpî bo paqijkirina suriştê li Pîranşarê hatin lidarxistin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hejmarek çalakvanên jînehparêzî li pîranşarê, di tevgereke xweser û bicoş de, xwezaya deşta Lacan li bajarê navbirî, ji zibil (kirs û keval) xawên kirin.

Ew çalakiya parastina xwezayê, ji aliyê girûpa çiyayî û jîngehparêzî ya Nexedeya rojhilatê Kurdistanê ve birêve çû.

\"28090.jpg\"
Payamnêrê Kurdpa li Pîranşarê, derbareya çalakiyên welatiyan de ragihand: Di wê çalkiya parastina xwezayê de, şêniyên deverê surişt ji ziblan pak kirin û tu aliyên hikûmetî jî bi wan re nebûn alîkar.

Li du salên borî, çalakiyên parastina xweza û birêvebirina merasîmên taybet li ser jîngehparêzî li rojhilatê Kurdistanê, ber bi zêdebûnê ve diçe. Herwiha hejmarek zor ji welatiyên beşdarî çalakiyên jîngehparêzî dibin; ajalên wek kev û keroşkan berdidin, cihên kevnar û dîrokî diparêzin, çem û rûbaran gemar nakin û ...hwd. Bi vî awayî çanda jigehparêzî wek erkekekî bi xwe didin famandin.