Çalakiya ajokarên bisîklêtan bo bîranîna kîmyasala Serdeştê

21:40 - 27 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Di demekê de ku tenê rojek bi salvegera kîmyabarana Serdeştê re maye, çand ajokarên dûçerxeyan bi armanca guhertina navê Serdeştê bi bajarê sulh û aşîtiyê, dê li Merîwanê ber bi Serdeştê ve birê bikevin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, 2 endamên Encûmena kesk a Çiya li Merîwana rojhilatê Kurdistanê bi ajotina bisîklêtan, dê peyama wê rêxistinê bigihînin qurbaniyên karesata Serdeştê.

Herwiha Awat Reşîdî ku rekura tek çerx a welatê Îranê şikandiye, biryar daye sibehê 28`ê hezîran ê rekorek din a sembolîk bi ser navê xwe û kîmendamên kêmyasala serdeştê bide qeydkirin.

Du ajovanên din ên bisîklêtan Selah Seîdpûr li gel hevjîna xwe ku meqdûr û kêmendamên kîmyabaranê ne, dê 170 kîlometreyî navbera Merîwan û Serdeştê bi armanca guhertina navê Serdeştê bi bajarê Sulh û aşîtî, biqedîn in

Selah Sedî ku yek ji qurbaniyên şerê Îranê û Îraqê ye, herdu çavên xwe ji dest dane û destekî wî jî nivîşkan bûye.

Wî çalakvanê Kurd careke din jî ew helmeta mirovî, bo şermizarkirina kîmyabrana Helebçeya başrê Kurdistanê encam dabû.

Navborî sala 2014`an bi awayekî peya ji Merîwana rojhilatê Kurdistanê ber bi Helebçeyê ve çûbû daku hevderdiya xwe bi meqdûrên wî bajarî re bide nîşandan.

\"27095.jpg\"
Awat reşîdî
Li aliyê din roja 28`ê Hezîranê rekura tek çerx a werizişkarê Serdeştî, dê li Tehrana nvenda Îranê birê ve here.

Wî werzişkarê Kurd armanca xwe ji wî karî guhertina navê Serdeştê bi bajarê sulh û şaşîtî, herwiha hevderdiya xwe ligel kîmendamên kîmyabarana Serdeştê da xuyandin.

Merasîma sebtkirina rekurê dê sibehê(28`ê Hezîran) demjimêr 8:00 bi dema Îranê, dê li şeqama Mufetih a Tehranê bi beşdariya hezikiriyên wî ajaovanê bisîklêtê birêve here.

Roja yekşemî 22`ê hezîranê jî, hejmarek ji çalakvanên sivîl li Serdeştê, di çalakiyeke sembolîk de meydana “Serçêşme”a ( beriya niha bi 28 salan hatî kîmyawîkirin), bi avê şuştin. 

Wan çalakvanên Kurd bi wê helmetê, careke din peyama aştîxwazane a Kurd dan îsbatkirin.

Serdeşt beriya niha bi 28 salan, ji hêla Sedam Husên ve bi sedema şerê navbera Îran û Îraqê, hat kîmyabaran kirin. Di wê karesatê de 140 kesan (di kêmtir ji mehekê de) jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî kêm endam bûn.