Çalakên Kurdistana Îranê: Bersiva şahî û kêfxweşiya xelkê nabe girtin be

19:59 - 30 Îlon 2017
Ajansa Kurdpa: Hejmarek ji çalakên Kurdistana Îranê, bi rêkxistina kempeynekê di torên civakî de, daxwaza berdana hevwelatiyên destbiserkirî ên beşdarbûyî di civînên piştevaniya ji referandoma serxwebûna Kurdistanê de kirin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê, çalakên Kurdistana Îranê, ji riya rêkxistina kempeynekê daxwaza azadkirina girtiyên beşdarbûyî di civînên piştevaniya ji referandoma serxwebûna Kurdistanê de kirin.

Wan çalakan ragehandine ku bersiva kêfxweşiya xelkê nabe girtin be, û dibe ew bêne berdan.

Piştî birêveçûna referandoma Kurdistana Başûr bi awayekî serkevtî, hevwelatiyên Kurdistana Îranê jî rijiyane ser kolanan, û bi kêfxweşiyê piştgiriya xwe ji Kurdên Başûra Kurdistanê re nîşan dan.

Lê hêzên Îtila`atî ên rejîma Îranê hejmareke zêde ji xelkê beşdar di kêfxweşiyê de, destbiser kirin, ku heya niha jî çarenûsa wan nexûya ye.

Piştevaniya ji giştpirsiyê ji aliyê Kurdên kurdistana Îranê ve, dijkiryara tund ya hêzên Îtila`atî li pey xwe hebû. Malbatên girtiyan ji çarenûsa zarokên xwe bêxeber in, û Îtila`at zanyariyên rast derheq cihê ragirtina zarokên wan nade wan.