Çalakekî kedkarî di bajarê Sinê de hate desteserkirin

11:41 - 4 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Hêzên îtila`atê di bajarê sinê de, çalakekî kedkarî di wî bajarî de, desteserkirin, û bo cihekê ne xuya veguhastin.

Li gorî ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya "Kurdpa"yê, roja sêşemî 12`ê Sermawazê, çalakekî kedkarî yê bi navê "Celîl Mihemedî" xelkê bajarê Sinê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin.

Ew çalakê kedkarî, demjimêr 12`ê serê sibêde a roja derbasbûyî li cihê karê wî ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin.

Heya niha ti zanyariyek li cihê mana wî çalakê kedkarî ji ber dest nîne.