Çalakekî Karkerî Li Bajarê Sine Hat Destbiserkirin

12:43 - 18 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Yek ji endamên Desteya Rêveberiya Yekitiya Azadiya Karkerên Îranê (YAKÎ)bi navê Şeys Emanî ku ji bo zanîna pirsgirika du girtiyên din serdana dadgeha bajarê Sine kiribû, li wir tê giritin.

Malpera YAKÎ eşekre kir ku Emanî ku ligel çend kes ji hevalên xwe yên Saziyê bo haydarbûn ji rewş û wergirtina îzna hevdîtin ligel du karkerên din ên girtî bi navên Şerîf Saîdpen û Mizefer Salihniya serdana dadgehê kiribûn, li vir li ser biryara dadgehê tê girtin.

Çavkaniyê heriwha eşkere kir ku Şeys Emanî heyamê mehek beriya niha bi sedema nexweşiya piştêşanê, jêre operasiyona pijişkî hatiye kirin.