Çalakekî ferhengî ê Kurd bi neçarî wargehê xwe bi cih hêla
21:04 - 26 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Aram Fethî çalakê Ferhengî û xwendekarî ê Kurd û xelkê Merîwanê bi sedema zextên Îdareya Îtila’atê, neçar bû ku warê xwe bi cih bihêle.
Li gora neçeya gihîştî bi Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, piştî vê ku Wezareta Çandê a rejîma Îranê îzna çap û belavkirinê neda pirtûkia helbestan a “Eewnde be mirdina tikawim” a Aram fethî, navbirî neçar bû ku bi awayekî nepenî û veşartî vê berhema xwe belav bike, lewra ji aliyê Îdareya Îtila’ata Merîwanê ve kete bin zextê.
Bi sedema zextên Îdareya Îtila’atê, ew çalakê ferhengî ê Kurd ku hevdem yek ji çalakên xwendekarî û jîngehparêz ê Merîwanê ye jî, neçar bû ku warê xwe bi cih bihêle û rû li derveyî welêt bike.
Navbirî heyama 3 salan e ku wekî mamosta di zankoya Peyama Nûr a Merîwanê, û Civata Edebî-Ferhengî a Vejîn de, waneya zimanê Kurdî dibêje, ku her bi vê sedemê jî gellek caran ji aliyê Heraseta zankoyê û hêzên ewlekariyê ve ketiye bin çavdêrî û lêpirsînê.
Di salên borî de çendîn kes ji çalakên ferhengî, xwendekarî, jîngehparêz û çalakên siyasî bi sedema zextên Îdareya Îtila’atê û nawendên hikûmetî neçar dibin ku welatê xwe bi cih bihêlin.