ÇALAKEK ÇANDÎ Ê MIHABADÊ BO DADGEHÊ HATE GAZÎKIRIN

15:24 - 12 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Çalakek çandî ê Mehabadê ji bo Dadgeha wê bajarê hate gazîkirin.

Pêka rapora Kurdpa, “Şeho Husênî” ku li hilkefta 14’ê Hezîrana Îsal de ji aliyê Ittila’ata Mehabadê ve hatibû dest biserkirin ku bi danîna barimteya 80 Milyon Tumenî hate serbestkirin, ji bo Dadgehê hate gazîkirin.

Ji aliyê Çiqa 1’ê a Dadgeha Inqilab angu Şoreşa Mehabadê ve, malbata wî bi rêya nameyê hatine haydarkirin ku divê Şaho xwe bi dozgehê bide nasandin.

Hevdem digel Şaho, “Diyako Xeyat, Yeiqûb Xizrî, Cemal Qadir Nijad û Ako Selîmî” ên çalakên Xwendekarî ji aliyê Idareya Ittila’atê a Mihabadê ve hatine dest biserkirin.

Şaho Husênî Xwendekarê Sla dawiya Zanistên Siyasiye Zanîngeha Xumeyniya Qezwînê ye.

Şaho bo heyamê 5 Salan berpirsê Civata Wêjeyiya Mehabdê bûye.