Bûyera kar, jiyana nzarokeke temen 4 salî jê stand

21:04 - 31 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Şeş kes ji du malbatên Kurd bi sedema bûyera kar, li parêzgeha Qezwînê bûne qurbanî.

Li gora nûçeya ku gihaye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê, piştînîvroya Pêncşemiyê 6’ê Xezelwerê, bi sedema teqîna gaze, li yek ji kêlgehên mirîşkdariyê, li gundê “Rûdek” ya “Boyîn Zehrayê, şeş kedkar bi giranî birîndar bûn.

demjimêrek piştî vê bûyerê ye yek ji birîndaran, ku zarokekî temen çar salî bû, li dema veguhastinê bo nawenda dermanî ya Qezwînê jiyana xcwe ji dest da.

Ew hevwelatî ji kedkarên demsalê bpn ku ji bajarên wekî Mehabad û Serdeştê ve rû li Qwezwînê kiribûn.

Di vê bûyerê de, sê jin û du mêr jî birîndar bûn. Li gora vê raporê tewahiya kelûpelên van du malbatan , di agirketinê de, bi tewahî şewitî ne.

Herwisa nûçegihanê Kurdpa ragehandiye ku tu yek ji qurbaniyên bûyera kar li dewacîna Boyînzehra de, li bin çavdêriya Saziya Bîmeya Civakî de nebûne.