Bûyera kar, canê welatiyekî bajarê Bokanê stand

16:39 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa kurdpa: Kedkarekî xelkê bajarê Bokanê, bi sedema rûdawa kar di wî bajarî de, canê xwe jidest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya ”Kurdpa”yê, di heyama çend roj berî niha, Kedkarekî Kurd ê xelkê bajarê Bokanê bi navê “Elî Rehîmî” kurê Mihemed, di dema kar kirinê de rastî rûdawa kar hat.

Ew Kedkarî Kurd, xelkê gundê ”Yengêce” a girêdaya bajarê Bokanê, bi sedema ketin di avahiyeke bilind de, demûdest canê xwe jidest da.

Di heyama 10 mehên sala 1397`an de, zêdetir li 1000 Kedkar di Îranê de, bi sedema kar canê xwe jidest dane.

Li gorî amarên ku navenda amara Ajansa Nûçegihaniya ” kurdpa”yê tomarkiriye di sala 1397`an de, bi sedema bûyerên kar, 55 welatiyên Kurd bûne qurbaniya rûdawa kar û li serhev, 12 kes jî birîndar bûne.