Bûyera Kar canê du karkerên Kurd girt

15:53 - 8 Nîsan 2018
Ajansa Kurdpa: Du Karkerên Kurd yên xelkên bajarê Sine, di dema karkirinê de, bi sebeba nebûna ewlehiya kar rastî bûyerê hatin û jiyan xwe ji dest dan.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, roja Şemî 18`ê Xakelêweyê, bi sedema berbûna ji bilindahiyê, du karkerên Kurd di bajarê Sine de bûne gorî, ku yek ji wan demildest canê xwe ji dest da û yê din jî bi dijwarî birîndar bûye.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê, yê di bajarê Sine de, nasnameya wan du karêkarên Kurd, “Newîd Mihemedî” temen 28`salî, û “Îsma`îl Zendî” ragehandiye.

Li gora gotina vê çavkaniyê, ev du karkerên Kurd, di dema çîmento lêdanê ya avahiya “Şîrîn Esel” a bajarokê pîşeyî a hejmara sê a bajarê Sine, û bi sedema nebûna ewlehiya kar rastî vê bûyera dilgiran hatine.

Vê çavkaniyê îşare bi vê jî kiriye ku, berbûna wan du kakerên Kurd di demekê de ye ku, wan karta xizmetên civakî û bîmeya bûyerên kar tunînin.

Karkerên avahîsaziyê, zêdetir ji hemû karkerên din di Îranê de rastî bûyerên kar dibin, û piraniya amarên goriyên bûyerên kar, kakerên avahîsaziyê ne, û herwisa hezaran kes jî di vê rêzbendê de ji xizmetkirinên dermanî û bîmeyên xizmetên civakî bêpar in.

Ji aliyekî din ve, xwedîkar jî, ji dana “diyê” ji bo malabatên ku dibine goriyê bûyerên kar xwe diparêzin, û îdareya bîmeya civakî jî bi bêberpirsarê dana diyê ji bo malbatên goriyê kar dizanin.