Bûyera hatin û çûyînê li Kirmaşanê 5 kes kire qurbanî

16:18 - 30 Çirriya paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Berpirsê polîsa Kirmaşanê ragehand ku, bi sedema bûyerekî hatin û çûyînê li parêzgeha wan, 5 kes bûne qurbanî.

Li gorî nûçeya gehiştî destê Ajansa Kurdpa yê, “Serheng Fezlollah Şîrî” yê berpirsê polîsa parêzgeha Kirmaşanê di gotûbêjekî de ragehand ku, “Piştî nîvro ya roja Sêşemî 29’ê Çiriya Paşîn a 2016’an, li ser rêya di navbera Gîlanê Xerb û Sûmarê de, Kamyoneke Barhilgir digel tirumbêleke Pirayd lihev xistin û di encam de kesekî canê xwe jidest da û 4 kesên din bi tundî birîndar ketin, û bo nexweşxaneyê hatine veguhaztin”.

Fezlolah Şîrî herweha da zanîn ku, “Ajutvanê Pirayîdê, bi sedema giraniya birînên xwe, di dema veguhaztina bo nexweşxaneyê de, canê xwe jidest da”.

Eva di demekî de ye ku xemsariya ajotvanan û guhnedana berpirsyarên Komara Îslamî bi kowalitiya tirumbêlên ku di Îranê de tên çêkirin, û hevdem xirabiya rewşa rê û banan, bi berdewamî rojane xelkê Îranê dikin qurbanî.