Buxtana Pêşxistina Pirsa Netewî Jî Zêdeyî Buxtanên Din Ên Lêdayî Bi Elîreza Sipahî Hat Kirin

14:17 - 11 Çirriya paşîn 2011
Kurpa: Helbestvan û nivîskarê nasikirî yê Kurd Elîreza Sipahî, ji aliyê dezgeha ewlekarî û dadwerî ya hikûmeta Îranê ve bi buxtana ber bi pêşbirina pirsa netewî hat mehkûmkirin

Pêka nûçeya nûçegihaniya Kurdpa li Meşhedê, ev buxtana nû di encama bersivdana Layîn bi qiseyekî Mehmûd Ehmedînejad Serokkomarê hikûmeta Tehranê hatiye dan ku sala 2009-an li Tebrîzê gotibû: Eyankirin, eyankirina Ereban e, Tirkî huner e, Farsî şekir e û zimanên din jî sergerdan in.

Elîreza Sipahî Layîn jî di gotarekê de ku li rojnameya hikûmetî ya Şehr Ara li Xurasanê de nivîsandibû, di bersiva ew qiseya Ehmedînejad de gotibû: “Axivtinên han bêhurmetî ye bi netewe û gelên Îranê.” Wî herwiha domandibû “Ji ber ku sînorên herî hesas li dest netewên din yên Îranê û nemaze Kudan de ye, gotinên han dûr e ji exlaq û dîn.”
Ev nivîskarê Kurd yê Xurasanê 4 mehan beriya niha bi buxtana pêwendîgirtin ligel yek ji opozisiyonên Kurd yên dijî hikûmetê û rêzgirtin ji yek ji rêberên Kurd û nivîsandina helbest û mijarên rexneyî, ji aliyê Parastina Îtilaata Sipaha Pasdaran ya Meşhedê hatibû destbiserkirin, vê carê jî buxtana pêşxistina pirsa netewî bi buxtanên din ên lêdayî bi navbirî zêde bûye û di doza wî de hatiye tomarkirin.
Çend rojan beriya niha Elîreza Sipahî bo heyamê çend demjimêran bo benda giştî ya girtîgeha navendî ya Meşhedê biribûn, lê dîsan navbirî bo girtîgeha îdareya Îtilaatê veguhastin.

Pêka zaniyariyên berê gef ji malbata Sipahî hatibû xwarin ku nabe tu zaniyariyekê derbarê kurê xwe belav bikin.