Bombebarana bajarê Homsê eva neh roj e ku berdewame

15:04 - 15 Şibat 2012
Kurdpa: Dijberên hikumeta Sûriyê ragehandin ku xomparebarana bajarê Homsê pê daniye nav nehemîn roja xwe de, û li herêmên cur bi cur ên Sûriyê de jî, 43 kes hatine kuştin.

Rêkxirawa xelkî ya şoreşa Sûriyê eşkere kir ku 5 kes ji wan qurbaniyan zarok in.

Li gorî rapora malpera Elerebiye Nêt, Nesredîn Berhek çalakê siyasî ê Kurd ji aliyê kesên nenas ve ketiye ber êrîşê û bi tundî birîndar bûye û ji bo çareseriyê rewaneyê nexweşxaneyê hate kirin.

Di doma vê raporê de hatiye ku top û xomparebarana bajarên Homs, Hema û Elzobdanî berdewam bûye, û serbarê rewşa herî tund ya ewlehiyê nîva bajarê Elzobdanî li jêr kontrola erteşa azad ya Sûriyê de ye, û ew beşa din jî li kontrola hêzên hikumetî de ye.

Nawî Pîlay komîsera payeberz a mafê mirovan a NY li Civata Giştî a NY de tevî wesifkirina serkutên hikumeta Beşar Esed wek cînayeta bi dijî mirovatiyê ragehand: “li heyamê çend rojên borî de zêdetir ji 300 kes li herêmên curbicur ên Sûriyê de ji aliyê hêzên ewlekariya wî welatî ve hatine kuştin.