Bokan/ 60 mamoste hatin bangkirin

15:41 - 6 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Piştî diyarîkirina dema xwepêşandê ji aliyê sendîkaya mamosteyan ve, 60 memoste li Bokana rojhilatê Kurdistanê bo navenda ewlekarî ya wî bajrê hatin vexwendin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Di demekê de ku biryar hatiye dayîn, roja pêçşemî 7`ê Gulanê, greva giştî ya mamosteyan hember birêveberiyên Perwerde û Hînkirinê bê lidar xistin, navenda Ewlekarî ya Bokanê bangî 60 mamostayên wî bajarî kir.

Xwepêşandana wê carê ya maostayan (ku ew çara çendimîn e birêve diçe), di nerazîbûn ji bêbersivmana xwestekên wan ji aliyê navendên Perwerdeyî ve û sozên bê bigeh yên Rûhanî de, dê bên lidar xistin.

Çavkaniyeke agah ya nûçeyan li Bokanê peyamnêrê Kurdpa re got : Beriya ku ew 60 mamoste bi navendên ewlekarî bên bangkirin, bi rêya telefonê gef li wan hatine xwerin.

Wê çavkaniyê amaje bi vê yekê jî kir ku hejmarek ji wan maosteyên ku hatinî vexwendin, zêdeyî 30 carî ji aliyê hêzên ser bi hikûmetê ve, têkilyên telefonî bi wan re hatine kirin û di egera neçûnê de gef lê hatine xwerin.

Di dawiyê de heman jêderê bilêv kir: Tevahiya maosteyên hatinî vexwendin, tohîn bi wan hatine kirin û bi gotnên tund û nerêde, hurmeta wan hatiye şikandin.

Yek ji mamostayên hatî bangkirin jî, ajansa Kurdpa re got: Armanca wê gazîkirina hînker (mielim) an bo navendên ewlekarî, beşdarî nekirin li xwepêşandanên 7`ê Gulanê bûye.

Ji aliyekî din ve, çavdêriya Perverde û Hînkirina parêzgeha Urmiyê jî, mamoste agah dar kirine ku bi tu awayekî nabe ew li xwepêşandanên roja pêncşemî beşdarî bikin.

Di çend mehên borî de hînker (mielim) ên seranserê Îranê bi nîşaneya nerazîbûn ji rewşa debara jiyan xwe û ne beraberiya navber wezîfedaran li welatê Îranê, herwiha sîstema nedurista a perwerdeyî li wî welatî, dest bi grevê kirbûn û xwepêşandan lidar xistibûn.

Di demekê de ku nêzî du sal bi ser desthilata Rûhanî yê Serokomarê Îranê re derbas dibin, lê hîna tu xwestekên mamoste û nifşên din yên civakê cî bi cî nekin e.

Gorî amaran, zêdeyî 1 milyon mamoste li Îranê karê perwerdeyî dikin û 750 hezar mamosteyên teqawidkirî (malnişîn) jî li wî welatî dijîn.