Bokan: Wênekêşên Kurdistanî pêşangehek wêneyan lidarxist in+

17:08 - 3 Hezîran 2015
Ajansa Kurpa: Bo cara yekemîn pêşangeha berhemên wênekêşên Rojhilatê Kurdistanê, li holeya çand a Sîmorx li Bokanê birê ve çû.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi çend rojan, pêşangeheke wêneyan ji berhemên 7 hunermendên Kurd (di warê wêneyan de), li Bokanê hat lidarxistin.

Di wê pêşangehê de berhemên wênekêşên bi navên Mesûd Selîmî, Îbrahîm Seîdî, Babek Sidîqî, Pêjman Şocaî, Loqman Rehîmî, Mêhdî Tewekolî û Nîma Muhsênpûr, hatin nimayêşkirin.

\"26821.jpg\"
Pêşangeh ji 27`ê gulanê destpêkiriye û heya 10`ê hezîrana 2015`an, dê bo kesên serdanê dikin berdewam be.

Birêveberiya wê çalakiya çandî û hunerî bi stûyê Loqman Rehîmî bûye.

Navborî pêştir jî bi wêneyekî ji hêştirme (şotirmurx) ekî, medalyaya zêr a nîgarkêşên navbera Esman û Erdê bi dest xistibû.

Ew pêşangeh bi beşdarbûna zêdeyî 20 welatên cîhanê, di çar beşên werziş, azad, rêwîtî (sefer) û xweza de, li welatê Slovenya (Îslûnî) birêve çûbû.

\"26826.jpg\"

\"26824.jpg\"

\"26823.jpg\"

\"26825.jpg\"

\"26832.jpg\"

\"26828.jpg\"

\"26827.jpg\"