bokan “ Kêwe Reş” ji zibil hat paqij kirin

23:14 - 13 Tebax 2013
ajansa Kurdpa: komik ji xebatkarên hogirê jînge û ciwanên Bokanî, surûşt û jîngeya dor û bera vî şarî ji ziblên paşmayê gerokên wir hat paqij kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja borî 21ê Mordad, 72 kes ji xebatkarên hogirê jînge û zêdetir ji 150 kes ji ciwanên Bokanî, li bizivînik hevhatî dest dan bi kom kirin û paqij kirina parka cengeliya “Kêwe Reş”.

Li wê bizivîna hevhatî û sîmbolîk rêka Koste, bi destê alîgir û xebatkarên jîngea şaristana Bokan hat paqij kirin û hev dem çend kesên ku ji wir derbas dibûn bi alîkarî pev kar kirin.

Xebatkarên hogirê jînga şaristana Bokan, xêncî paqijiya wir, hindik pûstêr û wêneyên girêdayî bi jînge û parastina wê li nawbera welatiyan de weşandîn.

Ji aliyik din û pêştir jî li kutayiya heyva Isfenda sala borî, dezgeha Mohît ê Zîst a şaristana bokan bi pişkdariya zarokên mala zarokên vî şarî, dest bi çandina nêzîkî 1,000, şênê dar li bilintiya Kêwe Reş, dabûn.

Li vê barê de îsal çendîn xebatên weke vê ji aliyê xebatkarên hogirê jînge li şarên Mihabad, Serdeşt, Merîwan, Kengawer û Abdanan, hatiye kirinê.
\"14628.jpg\"

\"14632.jpg\"

\"14638.jpg\"

\"14639.jpg\"

\"14637.jpg\"

\"14636.jpg\"

\"14633.jpg\"

\"14634.jpg\"

\"14635.jpg\"