bokan \\ hews kirina mamosteyik Olî li mala xwede her didome

19:29 - 30 Çirriya paşîn 2013
ajansa Kurdpa: 1 heyv ji hews kirina mamosteyik Olî û pêşnivêjê Mizgevta gundê “ Serav”a dewera Aleşîna Bokanê derbas bûye û li vî mideyî de xelkê gund jî ji aliyê hêzên asayişê de ketine bin bandorê.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, Luqman Perestiş, binav kirî bi Hêmin Baneyî, pêşnivêjê mizgevta gundê “ Serav” li bokan, xêncî hindê ku pêşnivêjî kirin jê hatiye qedexe kirin, ji aliyê hêzên ewlehiyê de hatiye agadar kirin ku gere herêma Bokanê bi cî bêhle.

Biryara dûr xistina vî mamostayê Olî ji aliyê senterên êminî û senterên islamiyên şarê Bokanê de hatiye danê.

Bi gotina çend kesik ji xelkê gundê Seravê, niha ev gund bê pêşnivêje û hêzên ewlehiyê derfet nadin xelkê ku mamosteyik din yê Olî bo vî gundî bînin.

150 malbat li gundê Serav li dewera Aleşînê de dijîn û paşî hews kirina Mamoste Hênim Baneyî, bê pêşnivêj mane.

Rûniştiyik ji gundê Seravê bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihandiye, senterên asayişa hukûmeta islamiya Îranê bandor xistine ser gundên Kanî Kozele û Ermenî Bulaxa dewera Aleşîn û derfet nedane ew jî pêşnivêj hebin.

Bi gotina serekaniyik agadar, Mamosta Hêmin Baneyî li nivêja Îniyê de gargehik berhev kirê pûşên sendûqên meyveyan protesto kiribû ber bikar anina perên Quranê yên hûr kirî bo naw sendûqên meyveyan ku paşî vê protesto kirinê ketibû bin bandora dezgehên asayişa hukûmeta Îranê.

Ev Mamosteya li 24ê Rezbera îsal de ji aliyê hêzên ewlehiyê hatibû hews kirinê, her wisa kamputer û komik tiştên vî yên kesîn ji aliyê wan hêzan de dest danîbûn ser.