Bo Dabînkirina Bijêva Jiyanê, Li Her 48 Demjimêra De Welatiyek Kurd Dibe Gorî

12:42 - 27 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: bi awayek navêncî û li sê mehên derbazbûyî de heta niha li her 48 demijêran de kasibkarek ser sînorên Kurdistana Îranê ji aliyê hêzên întizamî yên Îranê tên kuştin yan birîndar dibin.

Li gor serjimêriya tomarkirî ji aliyê navenda Ajansa Kurdpa di 90 rojên derbazbûyî de heta niha 48 kes ji kasibkarên deverên sersînor ên Kurdistanê bûne armanca destrêjiya raserast ya hêzên leşkerî yên Îranê ku 28 ji wan hatine kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûne.

Welatiyên Kurd li Kurdistanê seba nebûna derfeta kar û helwasîna aborî, li rûyê neççaî ve rû dikin hermên sersînor bo û ev karê pir metirsîdar hildibijêrin daku bijêva jiyana xwe dabîn bikin.