Biryargeha Hemize a Sapah Pasdaran dîsan gef ji Partiyên Kurd xwar

21:50 - 24 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa: “Fermandariya Biryargeha Hemize” a Spaha pasdaran, dîsan gef ji Partiyên Kurd yên opozisyon yên hikûmeta Îranê xwar.

Mihemedteqî Esanlo, “Fermandarê Biryargeha Hemize” di gotûbêja digel Nûçegihaniya “Mêhr” a girêdayî hikûmeta Îranê bi gef xwarin ji Partiyên Kurd da zelal kirin ku: “Ev li hemberî her core gefên li dijî welatê xwe wê bersivên tund bidin”.

Herwisa navbirî got ku: “Her core hereketên li dijî hikûmetê yên Amerîka di deverê de, bi awayên hûr tên şûpandin”.

“Fermandarê Biryargeha Hemze”, di gotûbêja xwe de, îdi`a kir ku: “ Amerîka û girûpên dijberê Îranê bi perê Erebistanê, hewl didin da ku van girûpan çalak ragirin, û herwisa ev hewl didin bi awayên cuda nearamiyê di deverê de dirust bikin û rewşeke nearamiyê di welatê de çê bikin.

Navbirî bi îşare kirin bi êrîşa mûşekî ya Spaha Pasdaran ya bo ser binke û baregehên Partiya Demokrat de, jî got ku: “Ev hişdariyên komara Îslamî ne, û em van karan di mesefetên 1 hezar Km de jî, dikarin encam bidin, û her di vê pêwendiyê de “Xamineyî” yê rêber jî gotiye ku, êdî dema lêdana derî tewaw bûye”.

Ji aliyekî din ve, li gorî raportên ku gihîştine Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, “Biryargeha Hemize” a Spaha Pasdaranê hin binkeyên lêgerînê (sêytere) di derdora gundên girêdayî bajarên wekî Sine û Kamyaranê avakirine, û herwisa tê gotin ku, Spaha Pasdaran di nav darsitanên çiyayên Şaho û Kosalanê de jî mejûlê destpêkirina opirasyonê ye.

“Biryargeha Hemize” ji ber hebûna hêza leşkerî di Kurdistanê de a xwe û herwisa rikeberîkirin li hemberî hêzên Partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê hatiye avakirin, û di parêzgehên wekî Urmiye, Sine û Kirmaşanê de jî çalakiyan encam dide.