Biryare ku konferansek cîhanî li ser Gola Urmiyê were sazkirin

14:18 - 1 Gulan 2012
Kurdpa: Biryare ku li meha dawiyê a Havîna îsal de bi beşdariya komek ji lêkoleran û zanayên seranserê cîhanê bi armanca çareserkirina kirîzan konferansek navdewletî li zanoya vî bajarî de birêve here.

Li gorî Ajansa nûçegihaniya Peyamnêr. Li vê konferansa navdewletî de bi armanca jêhel birina anistî giştî û teknîkî, û mifa sitandina ji ezmûnên netewî û navdewletî û nasîna astengiyan, û pêşniyarkirina rêyên baş ên çareseriyê bo çêtirkirina rewşa behra Urmiyê, 22 behsên cuda ên şarezayane û zanistî ji aliyê birêveberên vê konferansê ve hatine diyarîkirin, ku şarezayên warê jîngeh û aw û çavkaniyên xwezayî û êkosîstemêdikarin gotarên xwe ji nivîsîngeha konferansê li zankoya Urmiyê re bişînin.

Gola Urmiyê wek mezintirîn çavkaniya ava şor li Îranê de tê hesêbandin. Ew gol niha bi sedemên xwezayî û ne xwezayî û kêmtirxemiya berpirsyarên rejîma Îranê ber bi çikbûn û tewawbûnê ve diçe, û wê yekê xelkê herêmê gellek nerehet kiriye.