Biryara Teqe kirin ji Kolberên ser Sînoran

13:37 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa:Cêhgirê fermandeyê hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê biryara taeqe kirin li Kolberên Kurd derkir.

Ehemd Girawend bi nûçegihaniya “Mêhr”ya Îranî ragehand, Kolberên ku bi awayek ne yasayî li ser sînoran kar dikin, ji aliyê hêzên Întizamî teqe ji wan dê bihê kirin.

Barpirsyarê han basê vê yekê jî kir, jibî wan kesên ku karta taybet ya bazirganiya ser sînoran hene,kesên din nikarin li ser sînoran kar bikin û hêzên Întizamî îzna teqekirinê ji wan hene.

\"14032.jpg\"
Ehemd Girawend،Cêhgirê fermandeyê hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê
Navbirî Kolberên ser sînoran bi qaçaxçiyên madyên hişber da nasandin û got: Kolber li sînorên rojavayê Îranê madeyên hişber û keresteyên çêkirina madeyên hişber tînin.

Ew gotina “Ehemd Girawend”li demkê deye ku heyamek beriya niha “Elî Mubidî” karbidestê giştî yê hêzên “Naca”ragehandibû,ku pitir ji 30% ji madeyên Hişber li rêya sînorên Efxanistanê û 70% din jî li sînorên Pakistanê bo Îranê tê şandin.

Li heman demê de gelek ji şahidan bilav kirine ku hêzên dewleta Îranê bi xwe kirina kincên welatiyên Kurd li ser sînoran “Kemînê”bo Kolberên Kurd didanên û wan didin ber destrêja guleyan.

Kuştin û birîndar kirina Kolberên Kurd li demekê deye ku piraniya welatiyan seva rewşa xirab ya abûrî û nebûna derfetên karkirinê li herêmên Kurd akincî yên Îranê, bi neçarî li sînoran karê Kolberiyê dikin û rojane rûbirûyê teqeya raste rast ya hêzên Komara Îslamiya Îranê dibin.

Li gor raporekê ku heyamek beriya niha kanala “NRT”bilav kiri, tenê li sînorê “Bemo”6300 Kolberên Kurd yên xelkê Kurdistana Îranê kar dikin.

Ji aliyek din li bazara sînorî ya “Qasime Reş”ya Serdeştê pitir ji 45000 Kolber kar dikin û piraniya Kolberên ku hatine kuştin li sînorê Serdeştê kevtine ber destrêja hêzên dewleta Îranê.

Her wisa li gor amara tomar kirî li navenda amra ajansa kurdpa , li destpêka îsal heya niha 32 Kolberên Kurd bi teqeya hêzên Komara Îslamiya Îranê hatin kuştin û birîndar kirin ku ji wan 16 kesan canê xwe ji dest dane.