Biryara girtina Mesûd û Xusro Kurdpûr jibo mehek din hat dirêj kirin

13:34 - 11 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Biryara girtina Mesûd û Xusro Kurdpûr,ji aliyê navenda dadverî ya Komara Îslamiya Îranê bo du mehan hat dirêj kirin.

Kemal husênî rojnamevan û alikarê ajansa Mukiryanê di pêywendiyek telefonî de jibilî piştrast kirina nûçeya han, ragehand: Heyamê girtina Mesûd û Xusro Kurdpûr ji aliyê dadgeha Înqilab a bajarê Mihabadê bo du mehên din hat dirêj kirin.

Navbirî basê vê yekê jî kir ku piştî bêhn vedana Newrozê, bi armanca rûn bûna çarenivîsa wan du birayên Kurd, hemû rojê serdana Qzî û berpirsyarên dosiyeya wan du birayan li bajarê Mihabadê kiriye,lê heya niha çi bersivek wernegirtine.

dirêj kirina heyamê binçav kirina wan du rojnamevanê Kurd li demekê deye ku li gorî yasayên dezgeha dadverî a Komara Îslamiya Îranê,kesên girtî heta 24 demjimêran dive sûça wî bihê diyar kirin û di bin çavedêriya dezgeha dadverî bihê zîndanî kirin, lê heya niha Mesûd û Xusro Kurdpûr li jûrên takekesî yên Îdareya Îttlat hatine girtin