BIRYAR E ROJA DUŞEMBÊ “KELHURNAME” DERKEVE HOLÊ

22:42 - 12 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: roja Duşembê 13’ê Tebaxê dê li Ferhengseraya “Eresbaran”a Tehranê ji deftera yekem a Pirtûka “Kelhurname” dê bikeve holê.

Pirtûka han hilgirê çend Defteran ji Folkulora Kurdî ye ku bi destê Xanima “Nahîd Mihemmedî” hatiye nivîsandin.

Pêka Nûçegihaniya Pitrûk a Îranê, roja 13’ê Tebaxê Demhijmêr 18’ê bi dema Tehranê Deftera Yekê bi amadebûna “Mîr Celalettîn Kezazî”, “Qutbettin Sadiqî” û “Mihemmed Re’ûf Miradî” dê bikeve rojevê.

\"5648.jpg\"


Ew Pirtûke bi Pêşgotina Kezazî û “Helkewt Hekîm” Mamustayê Akademiya Kurdisya Parîsê û her wisa bi Rênimûniyên Macid Rûhanî hatiye Amadekirin.
\"5647.jpg\"


Nahîd Mihemmedî a Lêkolînvan û Nivîskara Kurd e ku li sala 1354’an de li bajarê “Qesrê Şîrîn” a parêzgeha Kirmaşanê ji Dayîk bûye û heya niha 4 komkiriyên di warê Wêjeya Kurdiya Kelhurî de bi navên “Çav li rê”, “Kulîngên Mandî”, “Hawara Berûyê” û “Nergêzs Pejah” çapkirine.