Biryar e 8’emîn Fistîvala Herêmî a Fîlm û Wêneyên Jiyar li Sine bi rêve biçe

16:48 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Malpera Civata Sînemayî a Gencên Îranê Navenda Sine belav kir, Biryar e 8’emîn Fistîvala Herêmî a Fîlm û Wêneyên Jiyar li Sine bi rêve biçe.

Heman çavkaniyê daye kifşê ku ev kare bi mebesta tewlî bûna zêdetir a xelk tevî Berhemhînerî a Sînemayî û Karê Sînemayî ye ku qirar e li rojên 18 heya 20’ê Xermananê di pişkên: kêbirkê, Azad, Taybet û Teniştokên fistîvalê bi rêve biçe.

Di wî Fistîvalê de yê Gişt berhemên Xwendekaran û Hogiran û Wênegir û Fîlmçêkerên Parêzgeha Sine werin nimayişkirin.
\"5349.jpg\"
Her wisa daxwaz hatiye kirin ku seva xurtir bûna têkilî ên Herêma Kurdistan tewlî Îranê, 10 Fîlm werin bijartin û Nimayiş dan di her 2 Welatên han de.

Di dawiya wê Fistîvalê de Serkeftî, dê bên xelat kirin û rêz ji Sînemakar û Hunermendên Wênegir, yê bê girtin.