Birûşûrên taybet bi roja cîhaniya xebat li dijî tundûtîjiya li hemberî jinan, li bajarê Sine de hate belavkirin

21:10 - 25 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Komîteya jinan ya Navenda Çandî- Civakê ya Zagrosê, bi boneya 25`ê Çiriya Paşîn, roja cîhanî ya xebata li dijî tundûtîjiya li hemberî jinan, birûşûrên taybet di nav hevwelatiyên bajarê Sine de belav kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê 2`ê Sermawezê, Komîteya Jinan ya Navenda Çandî-Civakî ya Zagrosê, bi boneya roja cîhanî ya xebata li dijî tundûtîjî ya li hemberî jinan, di nav hevwelatiyên bajarê Sine, di parka Zarok de, birûşûrên taybet bi vê rojê belav kirin.

Ev hereketa Komîteya Jinan ya Navenda Çand-Civakî, ya Zagrosê, digel pêşwaziya bê mînak ya hevwelatiyên bajarê Sine rûbirû bû.

Komîteya Jinan ya Navenda Çandî-Civakî ya Zagrosê, armanca belavkirina vê birûşûra taybet bi roja cîhanî ya xebat li dijî tundûtîjiya li hemberî jinan, pêdagirîkirina li ser girîngbûna wê rojê, û zêdekirina asta zanyariyên hevwelatiyan ji bo xebat li dijî tundtîjiya li hemberî jinan de ragehandiye.

Navenda Çand-Civakî a Zagrosê, di vê peyamê de ji jin û mêrên bajarê Sine re pêşniyar kiriye ku bi alîkariya yektir li dijî tundtîjiya li hemberî jinan bisekinin.

25`ê Çiriya Paşîn roja cîhanî ya xebata li dijî tundûtîjiya li hemberî jinê, û roja gihandina zanyariyan derheq rengên cuda û tevlîhev yên tundûtîjiya cinsî ye.

Civata Gişta ya NY di sala 1999`an de, roja 25`ê Çiriya Paşîn wekî roja cîhanî ya xebata li dijî tundûtîjiya li hemberî jinê bi nav kiriye, û ev roja derfetek bo welatan û saziyên navneteweyî û navendên nedewletî daye zanîn da ku, ji vê bo bilindkirina asta zanyariyên giştî û hînkirinê mifahê jê werbigirin.

Pisporên warê tundûtîjiyê dibêjin ku, herçend ku derheq tundûtîjiya li hemberî jinê zêde bala xwe danê lê, tundûtîjî her wekî mijareke rojevê berdewam e.

Helbet gihandina zanyariyan têrê nake, û rêçara vê pirsgirêkê, hereketên siyasî û zêdekirina bûdca dewletan bo dijberiya vê tundûtîjiyê be.