Biriyara binçavkirina “Mikaîl Mênberî” hat demdirêjkirin

18:10 - 5 Tebax 2022

Biriyara binçavkirina demkî ya welatiyekî Kurd yê bi navê “Mikaîl Mênberî” xelkê gundê “Niyer” û rûniştiyê bajarê “Sinê”yê, ji aliyê taya du a dadgeha Şoreş ya bajarê “Sinê”yê hat demdirêjkirin.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirina xwe de, ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Roja Çarşemî 8ê Pûşperê, “Mikaîl Mênberî” bi bê hebûna belgeyên yasayî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Sine” de di bin lêpêçînê de bû.

Ji sedem û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatine sepandin, ti zanyariyek serrast ji ber dest nîne.

Roja Sêşemî 25ê Cozerdana 1400`an, ew welatiyê Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja Şemî 10ê Rezbera heman sale, bi danîna barimteya 600 miliyon Tumenî heta dema dadgehî kirinê ji girtîgeha bajarê “Sine” hatibû azadkirin.