Birîndarekî din a bûyera “Nigilê” canê xwe jidest da

21:41 - 31 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Yek din ji birîndarên bûyera hatin û çûyîna rêya di navbera Merîwan – Nigilê de, bi sedema giraniya bireînên xwe, canê xwe jidest da.

Li gorî rapora gehiştî destê Ajansa Kurdpa yê, êvariya roja Înê berwarê 9’ê Rêbendana sala 1394’an a Rojî, Mehmûd Behramiyan yek din ji birîndarên Bûyera hatin û çûyînê li gundê Nigilê, bi sedema giraniya birînên xwe, di nexweşxaneya Muteherî a bajarê Tehranê de canê xwe jidest da.

\"29438.jpg\"
Mehmûd Behramiyan
Roja 2’ê Rêbendanê di encama lihevxistin û teqîna du tirumbêla 5 kes bûne qurbanî, hevdem du kesên din bona alîkarî û derbazkirina kesê di nava du tirumbêlan de diçin cihê bûyerê, lê mixabin bi xwe jî dikewin nava Agir de û di heman rojê de yek ji wan du kesan canê xwe jidest dide û yê din jî, roja Înê canê xwe jidest da.

Di vê bûyerê de ku li nêzîk gundê Nigilê qewimî ye, sê kes bi navên Şehab Pûrmihemedî (Bab) û Şîlan Rehmetî (Dayîk) û Şîna Pûrmihemedî (Zarok) demudest canê xwe jidest didin.

Tê xûyakirina ku sedama piraniya bûyerên hatin û çûyînê di Kurdistana Rojhilatê de vedigere ser, xirabiya rewşa rê û ban û nebûna xizmetguzariyên haydarkirinê di rê û banan de.