Birîndarbûna kasibkarekî Kurd li bajarê Pîranşarê

21:32 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Kasibkarekî Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê, bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê birîndar bû.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî, 9`ê Pûşperê, kasibkarekî Kurd yê bi navê “Yûnis Alton” yê temen 26 salî û kurê Umer û xelkê gundê “Nemincê” a girêdayî devera bajarê Pîranşarê, bi gullereşandina rasterasta a hêzên leşkerî yên hikûmetê, birîndar bû û bo navenda dermanî hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyek agehdar, ev kasibkar di navbera gundê Zêwe û Maşkanê de, bi bê gadarkirina berê, rastî gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatiye.

wî çavkaniya agehdar ragihandiye: Ev Kasibkarê Kurd, bi sedema kurbûna birînan wî, bo nexwşxaneya bajarê Urmîyê veguhastine.

Yûnis Alton, li nexweşxaneya bajarê Urmiyê, di jêr çavdêriya pizîşkî de ye.