Birêz Rostem Cehangîrî: Li ser daxwaza Herêma Kurdistan, Pêşmergên me ji beriya şer wegeriyan

22:26 - 10 Tebax 2014
Ajansa Kurdpa: Hêzên PDKÎ, ku bi amanca rûberû bûn tev gurûpa DIÊŞ li dewera şarê Mexmûr, li parêzgeha Mûsil de, rû bi pêşiya şer kiribûn, li ser daxwaza wizareta Pêşmerge, li xeta şer wegeriyan.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; li rojên borî de, hêzik ji pêşmergên PDKÎ, bo piştgirî ji hêzên pêşmergên Kurdistan û rûberû bûn tev gurûpa islamiya DIÊŞ, bi pêşiya şer bi rê ketin û paşîçend roj man, ber bi cê xwe wegeriyan.

Birêz Rostem Cehangîrî, berpirsê vê hêza partiya demokrat, ser wegerandina ji şer, li hevpeyvînik tev ajansa nûçe gihaniya Kurdpa de, ragihand: em li ser daxwaza wizareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistan, pêşmerge û hêzên xwe bi şer şandin, ber hindê jî, bi daxwaza wan ji şer wegeriyan.

\"21331.jpg\"
Rostem Cehangîrî: her demik din jî hukûmeta Herêma Kurdistan ji me daxwaz bike, em amadaene , Pêşmerge bi şer bişînin
Ev endamê deftera siyasiya parta demokrat ew jî got: hêzên me li wî mideyî de ku li pêşiya şer de bûn, di bin fermandeyiya giştiyê hêzên pêşmergên herêma Kurdistan de bûne.

Ew jî got : berjevendiyên netewa Kurd û herêma Kurdistan û kesên têde li her tiştik debe, em yê, piştgiriyê jê bikin.

Birêz Cehangîrî, ew jî ron kir ku, her demik din jî, hukûmeta Herêma Kurdistan, zi be daxawaz bike, em amadene, hêzên Pêşmerge, bi pêşiya şer bişînin û hemberî gurûp û deweletên dagirker, şer bikin.

Birêz Rostem Cehangîrî, li bersiva pirsiyarik de ku gotinik hatiye gotin ku ev hezên pêşmergên PDKÎ, li sedem bandora hukûmeta Îranê de, ji şer wegerandine de, ragihand: ber hindê ku Me dukumênt û belge ser vê hindêçininin, nikarin vê gotinê erênî bikin û bi tenê li ser daxwaza Herêma Kurdistan, me hêzên xwe bi şer şandin û bi daxwaza wan jî ji şer wegerandin.
\"21332.jpg\"

\"21335.jpg\"