Birêvwçûna çalakiyek jîngeparêzî li bajarê Mihabadê+Wêne

16:35 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Hejimarek ji çalakên Jîngeparêz yên bajarê Mihabadê,seyrangeh û xwezeya derdora wî bajarî paqij kirin.

Li gor rapora gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, Êwariya roja Înê berwar 12’ê Tîrmehê hejimarek ji çalakên Jîngeparêz yên bajarên Mihabadê li bizavek xweyî de bi diruşma “Parastina Jîngehê, Parastina Jiyanê ye”seyrangehên wî bajarî paqij kirin.

Çalakên Jîngeparêz li vê bizavê de hejimarek berçav ji paşmayiyên kirsê li derdora bendava Mihabadê kom kirin û piştre hejimarek nivîs dinava welatiyan de bilav kirin ku bas li paqij ragirtin û jîngeparêziyê tê de hatibu nivîsandin.

Her wisa roja 8’ê Tîrmehê pitir ji 30 çalakên sivîl û jîngeparêz yên bajarê Serdeştê li bizavek havşêwe de Seyrangeha “Kêle”li nêz wî bajarî paqij kirin.

Berê jî hejimarek ji Jin û Keçên bajarê Kengawerê perestgeha Anahîta ya wî bajarî paqij kiribûn.
\"13905.jpg\"

\"13886.jpg\"

\"13897.jpg\"

\"13898.jpg\"

\"13894.jpg\"

\"13895.jpg\"

\"13887.jpg\"

\"13889.jpg\"

\"13903.jpg\"

\"13888.jpg\"

\"13902.jpg\"

\"13900.jpg\"

\"13891.jpg\"

\"13890.jpg\"

\"13901.jpg\"

\"13893.jpg\"

\"13892.jpg\"

\"13896.jpg\"

\"13899.jpg\"