Birêveçûna Yekem Şanoya ser Kolanan li bajarê Dîwanderê/Wêne

14:55 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: bo cara yekem Şanoya ser kolanan li bajarê Dîwanderê ji aliyê girûpa şanoya “Mat”birêve çû.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja duşem berwar 8’ê Tîrmeh girûpa Şanoya “Mat”bo cara yekem şanoyekî ser Kolanan li jêr navê “Herac”de li parka Gulan ya bajarê Dîwanderê birêve bir.

Di vê şanoyê de 5 şanokarên Kurd binavên “Zahid Subhanî, Husên Muradî, Mihemed Selîmî,Behram Muradî û Aram Behmenî” lîstin.

Her wisa derhênerê vê şanoyê “Mihemed Selîmî”bû ku jibo roja cihanî ya dijberî tevî madeyên hişber hatibû lidarxistin.

Ji aliyek din li bajarê Abdanan ya ser bi Îlamê, roja Sêşemiyê berwar 9’ê Tîrmeh pêşangahek wêne kêşanê ku bi armanca pêşgirî li “Madeyên Hişber”hatibû lidarxistin, dawî bi karên xwe anî.

Pêşnagaha han berwar 3’ê Tîrmhê li bajarê Abdananê hatibû wekirin û bo heyamê heftiyekê li ser karên xwe berdewam bû.
\"13818.jpg\"

\"13819.jpg\"

\"13820.jpg\"

\"13821.jpg\"

\"13826.jpg\"

\"13825.jpg\"

\"13823.jpg\"

\"13824.jpg\"