Birêveçûna Êvareyek helbest xwendinê li bajarê Îslamabadê

16:36 - 2 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: bi pişikdariya hejimarek berçav li helbestvan û wêjevanêt parêzgeha kirmaşanê, êvariyek helbest xwendinê li bajarê Îslamabadê birêve çû.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja çarşem berwar 1’ê Gulana 2013’an hejimarek li helbestvanên parêzgeha Kirmaşanê “civînek” helbest xwendinê bi pêşkêşkariya “Hamid Şebabî” û Kevê Xasî li bajarê Îslamabadê birêve birin.

Di birgeyên din yê vê korê de her yek ji Xatû Seîdî, Ellah Murad Cebariyan û Soma Emînî çend perçe helbest pêşkeş kirin.

Piştre Kiyumers Belede kort çîrokek û piştre “Purya Fetahî” mosîqîjenê baxlema hejimarek sitran wek: Serterze, Saroxanî, Bariye Bariye, pêşkeş kirin.
Di pişkek dine a vê civînê de Nadir Xusrewî, Ebdulwehab Ebasî jenyarê Sazê, Husên Îsmaîlî jenyarê timbikê çend perçe mosîqa pêşkeş kirin.

\"12425.jpg\"

\"12426.jpg\"

\"12428.jpg\"

\"12427.jpg\"

\"12431.jpg\"

\"12430.jpg\"

\"12429.jpg\"