Birêvebirina Cezaya “Qesas”ê di Îranê de, nîgeraniya rayedarên Ostoralyayê bi dû xwe re anî

21:08 - 31 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Birêvebirina cezaya Qesasê di Îranê de, bûye sedam vê ku, du sinatorên ser bi hizba deshilatdar li Ostoraliyayê, di parlemênta welatê xwe de, Komara Îslamî bi tundî rexne bikin.

Ew du sinator ên bi navên “Kory Bêrnardy” û herweha “Cêmz Pêtêrson”, di demekî de rexneyên tund ji Komara Îslamî ya Îranê girtin ku, dewleta Ostoraliyayê hewla çêkirin û bêtirkirina têkiliyên di navbera xwe û Komara Îslamî ya Îranê didin.

Sinator “Pêtêrson” herweha tekez kir ku, birêvebirina cezaya “Qesas”ê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, vê yekê nîşan dide ku, hêj bona bi fermî nasîna Komara Îslamî û rêzgirtina jê, rêyek dûr û dirêj maye û, netenê dewleta Ostoraliyayê, belke hemû welatên Rojavayî ku dixwazin, têkiliyên xwe tevî Komara Îslamî berfirehtir bikin, gerek vê yekî bizanin ku nikarin binpêkirina mafên mirovan û cezayên weke cezaya “Saman” di Îranê de, liberçav negirin.

Her di vê derheqê de “Cûlî Bêşap” wezîra karûbarê derve ya Ostoraliyayê jî, nîgeraniya xwe li hemberî cezaya “Qesas”ê ya saman, wate derxistina Çavê wî, nîşanda û ragehand ku, dewleta wê berdewam çavedêriya mijarên binpêkirina mafên mirovan, ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve dike û, çi di têkiliyên du alî de û çi jî di rêkxistina “NY” de, liberçav digire.

Heyamek berî niha jî du sinatorên din ên ostoraliyayê ku alîgirên Îsraîlê ne, nîgeraniya xwe derheq bi hewlên dewleta Ostoraliyayê bona bêtirkirina têkiliyên tevî Komara Îslamî ya Îranê, nîşan dan.

Piştî ku ciwanekî Îranî bi navê Saman di encama Şer û pevçûnên di navbera xwe û kesek din de, çavê kesê beranberî xwe kor dike, dezgeha dadweriya Komara Îslamî ya Îranê, cezaya Qesasê bo Saman derxist, û eva jî bûye sedema nîgeranî û rexneyên tund ên rayedarên Ostoraliyayê.