Birêveberê kanala Telegram a “Bane News” hate binçavkirin

14:34 - 4 Kanûna Paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Birêveberê Kanala Telegramê a “Bane News” a bajarê Bane ji aliyê hêzên Îtila`ata wî bajarî ve, hate binçavkirin.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 13`ê Befranbarê, “Şuca`i Husênzade” birêveberê Kanala Telegram a “Bane News” ji aliyê hêzên ewlekariyê ên wî bajarî ve hate binçavkirin.

Çavkaniyeke haydar di vê derheqê de, ji Ajansa “Kurdpa”yê re, ragehandiye ku: Binçavkirina “Şuca`i Husênzade” di encama dozvekirin li dijî wî, ji aliyê şaredariya wî bajarî ve bûye.

Li gora gotina vê çavkaniyê, “Şuca`i Husênzade” di Kanala “Bane News” de bas ji têkdana cihê kar û kasibiya hemwelatiyê Kurd yê bi navê “Pîrmirad” û reftara nemirovî a wezîfedarên şaredariyê, digel mîwefiroşan kiriye, û gotiye ku ew serederiya wezîfedarên şaredariyê li ser biryara şaredarê bajarê Bane bûye.

Wî çavkaniyê herwiha ev yeka jî eşkere kiriye ku heta niha jî navbirî di girtîgeha Îtila`atê de ye, û ji bo azadkirina wî, daxwaza barimteya (weaîqeya) 500 milyon Tûmenî jî kirine.