Birca Îfêl li Serwabada Rojhelatê Kurdistanê hat çêkirin

20:44 - 26 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Ciwanekî kêmendam li Serwabad a Rojhalatê Kurdistanê ,bi çêkirina birca navdar a Îfêla Parîsê ji textikan, bala kesên xêrxwaz û karbidestên hikûmeta Îranê bi xwe kişand.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, birca navdar a welatê Firansayê ji aliyê xortekî Kurd ê bi navê feysel Yûsifî , li Serwabada ser bi parêzgeha Kurdstan(Sine), hat çêkirin.

Ew berhema hunerî ji texteyên darik û bi bilindiya 6 metreyan, di heyamê 13 mehan de ji aliyê ciwanê navborî ê 24 salî ve hatiye saz kirin.

Yûsifî di axaftin ligel mediyayên herêmî ên Îranê de, daxwaz xêrxwazan kiribû ku ji vê çalakiya çandiya wî piştîvanî bê kirin daku bi riya emelyateke bijîşkî ve bikaribe ji nîmeta rêçûnê mifah werbigre. pêştir wî ciwanê kurd ê nivîşkan ji berpirsên hikûmeta Îranê xwestibû li derveyî welat bê tedawî kirin.

Feysel Yûsifî carek din jî birca Îfêl a Parîsê dirist kiribû lê zilikên kifrît(kibrît) ê, di çêkirina bircê de bi kar biribû.

Ciwanê navbirî 3 sal pêş dema kar kirnê de, ji avayiyekî 4 qat ê bajarê Bîcarê re dikeve û qeweta rêçûna xwe ji dest dide.

\"23316.jpg\"

\"23319.jpg\"

\"23318.jpg\"