Birayê Rêberê Tevgera Îslamî gefan li hikûmeta Kurdistanê dixwe

14:00 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Emîrê Gruba Neviyên Selahedîn Saman Elî ku di heman demê de birayê Rêberê Tevgera Îslamî Îrfan Mela Elî ye, li ser malpera Facebookê gefan li hikûmeta Kurdistanê dixwe.

Saman Elî di nivîsa xwe de dibêje ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê rewa nabîne lewra divê xelkê Kurdistanê beşdarî hilbijartinan nebe û yên beşdar jî bibin gunehbar in. Elî wiha dibêje: ‘’Hikûmeta Kurdistanê ji aştiyê fam nake, loma divê bi şer wê vegerînin.’’

Saman Mela Elî yê birayê Rêberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Îrfan Mela Elî Ebdulezîz e. Birêvebirina vê grubê di demekê de ye ku Wezareta Ewqafê û Karûbarê Olî ya Hikûmeta Kurdistanê di destê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê de ye.

Li gor rojnameya Çawdêr, Saman Mela Elî di nivîsa xwe de eşkere kiriye ku hikûmeta Tirkiyê daxwaz ji wan kirine daku biçin wî welatî lê belê wan red kiriye û her xwestine li Komara Îslamî ya Îranê bimînin.

Ev ne cara yekê ye ku Gruba Neviyên Selahedîn gefan li Herêma Kurdistanê dixwe. Berê jî dema emîrê berê yê Gruba Neviyên Selahedîn Hacî Tehsîn Mela Elî Ebdulezîz ji aliyê Amerîka ve li herêma Wezîristan a Pakîstanê hat kuştin, wê grubê gef li hikûmeta Kurdistanê xwaribû.
bas-news.net