Bîranîna kîmyabarana Serdeştê li ser torên civakî

14:18 - 25 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Kampanya Serdeşt “bi dema Hezîranê” bi armanca bîranîna salvegera kîmyabarana wî bajarî, li ser torên civakî hat lidarxistin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hejmarek ji çalakvanên xwendekarî û sivîl li Serdeşta rojhilatê Kurdistanê, kampanyayek bi munasibeta 28`emîn salvegera kîmyabarana Serdeştê, li ser torên civakî birê birin.

Çalakiyên vê kampanyayê heya vê demê, bi pêşwaziyeke germ a bikarînerên torên civakî re rû bi rû bûye.

\"27079.jpg\"
Kampaniya Serdeşt “bi dema Hezîranê” ji hemwelatiyan xwestiye ku bi şandina wêneyên xwe, piştevanîkirin û hevdiliya xwe bi qurbaniyên kîmyabarana Serdeştê re bidin xuyandin.

Roja yekşemî 22 `ê hezîranê jî, hejmarek ji çalakvanên sivîl li Serdeştê, di çalakiyeke sembolîk de meydana “Serçêşme”a ( beriya niha bi 28 salan hatî kîmyawîkirin), bi avê şuştin.

Wan çalakvanên Kurd bi wê helmetê, careke din peyama aştîxwazane a Kurd dan îsbatkirin.

Serdeşt beriya niha bi 28 salan, ji hêla Sedam Husên ve bi sedema şerê navbera Îran û Îraqê, hat kîmyabaran kirin. Di wê karesatê de 140 kesan (di kêmtir ji mehekê de) jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî kêm endam bûn.