Binkeya Edebî û rewşenbîrî ya Gelawêjê rêz ji Mezher Xaliqî girt

15:31 - 21 Gulan 2012
Kurdpa: Binkeya edebî û rewşenbîrî ya Geêawêj li doma rêzgirtina ji hunermend û dahênerên Kurd korra rêz girtina ji Mezher Xaliqî pêk anî.

Samî Hadî yek ji endamên lêjneya bilind ya vê rê û resmê bi Ajansa Kurdpa ragehand: Binkeya edebî û rewşenbîriya Gelawêj wek nerîteke salane roja Şemiyê li hola Tewar ya bajarê Silêmaniyê korra rêzgirtina ji kesayetî û kar û dahênanên hunerî ên Mezher Xaliqî hunermendê sitranbêj ê Kurd birêve bir.

Samî Hadî îşare bi vê yekê jî kir ku binkeya edebî û rewşenbîrî ya Geêawêj her sal cuda ji festîvala salane ya Gelawêj ku hemû salê li meha sermawezê de tê sazkirin, her sal rêz û hurmetê ji edîb ûnivîskar û hunermendek Kurd digre ku karîne di warê xwe de afirandin û pêşkewtinekê biafirînin.

Mezher Xailqî sala 1317 li Sinê li rojihilatê Kurdistanê jidayîk bûye.
Li destpêka dehka 30’î pêve li Radyoya Sinê de dest bi kar bûye di warê sitran û mozîka Kurdî de.

Xwediyê bawernameya li warê fîzîkê li zanîngeha Tehranê de ye.
Heya niha pitir ji 250 berhemên wî hene.çendîn salî li Birîtanyayê jiyan kiriye, û niha li bajarê Silêmaniyê li kurdistana başûr de dijî, û berpirsyarê enistîtûya kelepûra Kurdî ye.