Binçavkiriyên bûyera Mahabadê hatin darizandin

16:46 - 28 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Bi derbasbûna 20 rojan bi ser bûyera Mahabadê ya derbareya mirina bi guman a Ferînaz Xusrewanî re, hîna binçavkirin û dadgehkirina hemwelatiyan didome.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, bi dehan hemwelatiyên Mahabadî ku li navendên ewlekarî ên Mahabadê binçavdêriyê de bûn, piştî darzandinê mumkine bi zindana navendî a Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê bên veguhestin.

Ew girûpa binçankiriyên Kurd 7`ê Gulana 2015`an di bertekdan hember mirina bi guman a Ferînaz Xusrewanî li Mahabadê xwepêşandan kiribûn.

Çalakvanên Mafên Mirovan û Demokrasyê li Îranê, nasnameya wan hemwelartiyên girtî bi wî awayî destnîşan kiriye:

Nêimet Gulî, Hure Sultanî, Ebdu-Rehman Cemşîdî, Hesen Emînî, Osman Ezîz- zade û Kukrê wî Mîlad, Kerîm Aşna, Enwer Derwîşî, Sabir Elekîdûn, Fuwad Şemşîrî, Siyamend Mihemedzade, Kawe Înayetî, Bextiya Şêxî, Herman Kazimî, Hatem Pûrelî, Ceifer Tewana, Şaho Îsalû, Şîwa Seîdî, Riza Ebasesl, Elî Esltelx, Elîriza Pehlewanî, Sulêman Sohrabî, Kêywan Tûtûn, Îdrîs Sidîqî, Yûsuf Ferzadiyan, Ehed Qazî, Yeiqûb Nûrî, Îbrahîm Oweysî, Şêrko Sebîlî, Pêjman Dibokrî, Esed Hûşengî, Ermîn Husênpûr, Pêjman Husênpûr, Emîr Kerîmî, Nasir Nîko, Elî Îbrahîmî, navên wan kesane ku dê, li dozgeriya Urmiyeyê bên dadgeh kirin.

Pêştir jî du ciwanên Mahabadî yên bi navên Muhsên Talne (21) û Saman Herîrî (26) ji aliyê hêzên ewlekarî ên Îranê ve hatibûn binçavkirn ku hîna jî çarenûsa wan nehatiye zelalkirin.

Hêjayî gotinê ye, çavkaniyên agah ên nûçeyan temenê kesên binçavkirî li Îranê navbera 15 heya 45 salî û bi tometa têkdana ewlekariya giştî ya wî welatî destnîşan dikin.

Ji sibeha roja înê 8`ê Gulana 2015`an, binçavkirina hemwelatiyên Mahabadî ji aliyê hêzên ewlekarî ên ser bi hikûmeta Îranê ve, bi awayekî sîstematîk dest pêkiribû. Binçavkirina wan hemwelatiyan roja piştî çalakiyên nerazî bûnê yên bûyera diltezîn a mirina bi guman ya Ferînaz Xusrewanî pêkhatibû.