Binçavkirina xwendekarekî kurd li Sine

15:41 - 12 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Hevdem ligel pêkhatina Encûmena kurdên zanîngeha Tehranê , hezên ewlekarî ên hikûmeta Îranê xwendekarekî Kurd li bajarê Sine ê Rojheletê kurdisatnê binçavkirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, xwendekarên kurd ê zanîngeha Tehran a bajarê Tehranê a paytextê Îranê, mohleta lidarxistan çalakiyên çandî, edebî û hunerî, di jêr serpereştiya çandî a wê zanîngehê de, wergirtin.

Heya niha 160 kes ji xwendekarên kurd di wê encûmenê de navnivîsî kirin e.

“Malpera Xwendekar” di vê derbareyê de ragihand: Ew Encûmen (Kanûn),di dirêjeya çalakiyên xwe de yê mehname yan demsalnameyan çap û bilav bike.
\"23566.jpg\"
Rêbwar Kamranîpûr, berpirsê berê yê Encûmena edebî ya “Hawrê Hewram” a zanîngeha Peyamnûr a Sine û endamê Encûmena Kesk a çiyayê Merîwanê
Nasnameya wî xwendekarî Rêbwar Kamranîpûr hatiye ragihandin ku ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve du roj beriya niha hat girtin û heya niha jî çarenivîsa wî ne zelal e.

Tê gotin dema vekolîn û lêgerîna mala navbirî de hindik pirtûk û “kompûter”a wî dest bi ser de girtin.
Sêşemiya hefteya borî jî kesek bi navê Aso Ezîzî xelkê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmetê ve hartibû girtin ku heya niha jî, ji çarenivîsa wî agahiyek bi dest neketiye.

Aso Ezîzî xwendekarê zanistên siyasî li zanîngeha peyamnûr a Mehabadê ye. Xeynî girtina wî, Kompûter û pitûkên wî jî, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve hatin e zevt kirin.