Binçavkirina welatiyekî li Rebetê

14:38 - 27 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya girtina ciwanên kurd ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve, vê carê li Rebetê ku ser bi Serdeşta rojhilatê Kurdistanê ye, xortekî Kurd hat binçav kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hêzên girêdayî wezareta Îtilaat a parêgeha Urmiyê (Azerbaycana rojava) ciwanekî Kurd bi navê Şêrko kurê Ebdullah rûniştiyê Rebeta rojhilatê Kurdistanê girtin û bo mekanekî nediyar veguhestin.

Navborî ku doh duşemî ( 2015/1/26) hat girtin, ji sedemên binçavkirina wî hiîna zaniyariyek bi dest neketiye.

Her liser vê yekê çavkaniyeke agah li Rebetê peyamnêrê Kurdpa re got: 4 roj e ku bajarê Serdeşt û bajarokê Rebet, ji aliyê hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve, hatine mîlîtarîze kirin.

Ew jêdera nûçeyan ku nexwest nasnameya xwe bide eşkere kirin, di berdevemiya axaftina xwe de amaje bi vê yek jî kir: Hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê bi boneya astengkirina kêfxweşiya welatiyan (jiber salvegera damezrandina komara Kurdistanê) li wan devaran bi cih bûne.