Binçavkirina welatiyan li gundê “Serdoş”ê yê ser bi bajarê Merîwanê berdewam e

12:20 - 15 Çirriya paşîn 2020

Roja Înê 23`ê Xezelwerê, li berdewamiya binçavkirina welatiyên Kurd li gundê “Serdoş”ê yê ser bi bajarê Merîwanê, welatiyekî din ê Kurd bi navê “Îsmaîl Rastî” temen 29 salî û kurê “Rehîm” xelkê wî gundî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Ew welatiyê Kurd, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî hatiye binçavkirin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê li sedema binçavkirina wî welatiyê Kurd ti zanyariyek ji ber dest nîne.

Her di vê derheqê de, êvara roja Çarşemî 21`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Hadî Resaî” temen 30 salî û kurê “Reşîd”, xelkê gundê “Serdoş”ê yê ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin.

Herwisa êvara roja Çarşemî 21`ê Xezelwerê, sê welatiyên Kurd yên bi navên “Selah Pûrkeyvan” ê temen 24 salî û kurê “Ehmed”, “Aras Qadirî” ê temen 22 salî û kurê “Kawe” û “Muhsên Resaî” yê temen 20 salî û kurê Ehmed xelkê gundê “Serdoş”ê yê ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.