Binçavkirina hemwelatiyên Kurd li Îranê piştî hilbijartinan ber bi zêdebûnê ve çû ye

20:31 - 12 Adar 2016
Ajnasa kurdpa: Bi binçavkirina 3 hemwelatiyên din ên Kurd, piştî hilbijartinên herdu meclisên Şarezayan û Şêvra Îslamî ya Îranê, serhejmêriya kesên destbiserkirî di Îranê de gehişt 26 kesî.

Li gorî rapora gehiştî destê Ajansa Kurdpa yê, roja Pêncşemî berwarê 10’ê Adara 2016’an, 3 hemwelatiyên Kurd bi navên “Pûya Husênpenahî”, “Arman Husênpenahî” û “Pûya Moqedem”, ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatin binçavkirin û bo ciheke nediyar hatin veguhaztin.

Heya belavbûna vê nûçeyê, Sedema destbiserkirina wan 3 hemwelatiyên Kurd nediyar e, û herweha ji hejmara wan 26 kesên binaçavkirî, hêj nasnameya 5 kes ji wan bo Ajansa Kurdpayê nediayarin.

Komeleya Mafê Mirov a Kurdistanê di vê derheqê de belav kiri ku, Pûya Husênpenahî li Tehrana serbajarê Îranê û li kolana “Seadetabad” û di cihê şoxolîna xwe de hatiye binçavkirin û herweha, Arman Husênpenahî û Pûya Moqedem li bajarokê “Qrûçay” ya ser bi herêma “Leylax” ê ji aliyê “Libas Şexsî” ve hatine binçavkirin.

Piştî hilbijartinên 26’ê Şubatê, pêleke gazîkirin û binçavkirina çalakên medenî di Kurdistanê de hatiye rêxistin ku, biwate û nîşaneya vegerandina tirs û dilkotoka piştî ewlehiya hilbijartinan tê.