Binçavkirina Gencekî bi tawana laxirdî bi “Karwanê Rahiyanê Nûr”

20:36 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Gencek temen 19 salî li Şehrekê Seryasa Riwanserê bi destê Hêzên Tenahiya Sipayê ve bi tawana laxirdî bi “Karwanê Rahiyanê Nûr” het binçavkirin.

Pêka Nûçeyê Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa roja 23’ê pûşperê Sîrûs Reşîdî ê 19 salî li Şehrekê Seryasa Riwanserê bi destê Hêzên Tenahiya Sipayê ve bi tawana laxirdî bi “Karwanê Rahiyanê Nûr” hetiye binçavkirin.

Akinciyan ji Nûçegihanê Kurdpa re gotiye ti core Laxirdiyek ji vî nedîtine lê Hêzên Tenahî ev Îdia kirin û Sîrûs tewlî xwe birin.

Sîrûs li dema kelemçe kirina wî ji aliyê Hêzên Tenahiye Sipayê ve gotibû ku ev Sûç bê koke.

Pêka amara tomarkirî ji aliyê Navenda Amarên Kurdpa ve, li destpêka heyva pûşper ve heya niha 76 welatî bi tawanên Çalakiyên Çandî, Siyasî, Civakî û Mafên Mirovan hatine binçavkirin.

Ev amara han ji aliyê Navenda Amara Kurdpa ve derketiye holê û renge amara Rastîn li viya zaftir be.