Binçavkirina ciwanekî kurd li Bokana Rojhelatê Kurdistanê

13:27 - 27 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Welatiyekî Kurd ê Bokanî ji aliyê wezareta Agahî (Îtilaat)a Îranê ve hat binçav kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di berdewamiya givaşên hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê li ser hemwelatiyan û çalakvanan di Rojhalatê Kurdistanê, xortekî Kurd ê bi navê Qasim Semî’î hat girtin.

Peyamnêrê Kurdpa li Bokanê ragihand: Qasim Semî’î ê binçavkirî, xelkê Bokanê ye û xwedî bawarnameya master (foq lîsans) li rîşya zanistên siyasî de ye.

Qasim Semî’î bi tometa alikarî kirin ligel partiyeke Kurdî, roja Sêşemî bervar 25’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, li mala xwe (Bokanê) hat girtin.

Navborî 2 sal berya niha jî bi tometa derbasbûna ne yasayî ji sînor, hatibû bin çavkirin û 3 meh û rojek ceza lê hatibû birin.

Herwisa roja Sêşemiya hefteya borî, welatiyekî Kurd ê Bokanî bi navê Seîd Siyayî, li gundê Gamêşgolî ê ser bi devera Aleşînî, bi sedemeke ne zelal hatibû binçavkirin.

Hêjayî gotine di heyamê hefteya çûyî de, 10 hemwelatiyê Kurd ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve hatin e sewq (êhzar) kirin û girtin.